BATMAN
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç der barê Pêvajoya Çareseriyê de wiha got: "Bila xwîna ku li welêt diherike raweste, atmosfera aştiyê çêbe, em wek gel hev hembêz bikin. Em ji xeletiyên xwe yên di rabirdûyê de vegerin, hev du hembêz bikin û ji niha pê ve heke em bibêjin em li cihekî ku teror wir tune û biratiya xwe ya hezar salî bijîn, dilê me jê bawer bike temînata vê yekê em in."
Arinç piştî têkiliyên xwe yên li Diyarbekirê bi rêbejê hat Batmanê. Partiyiyan li deriyê bajêr pêşwaziya Arinç kirin û Arinç Serokatiya Bajêr a AK Partiyê ziyaret kir.
Arinç vir daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de li ser pêvajoya çareseriyê sekinî.
Arinç di pêvajoya çareseriyê de bibiryariyê destnîşan kir û wiha axivî:
"Vê heyamê ji bo berdewamiya xizmetan, li welêt bi serkeftina Pêvajoya Çareseriyê ji bo ku atmosfereke nû ya aştî û aramiyê bê pêkanîn em AK Partiyê wekî temînat dibînin. Bawer bikin li cihê ku AK Partî wir nîne Pêvajoya Çareseriyê nabe. Digel her tiştê yê ku ev da destpêkirin em in. Digel her tiştê yê ku bu sebrekî mezin dide berdewamkirin em in, digel her tiştê yê ku dixwaze vê karê bigihîne encamê jî em in, yê din vala ye, yê mayî vir û derew e. jixwe di rastiya xwe de jî yê ku li dijî vê derdikeve diyar e. Hin kes piştgir an alîgir xwe nîşan didin lê yên ku ji ser astengiyan re astengî derdixînin jî diyar in. Ji ber wê li welêt xwîna ku dirije bila raweste, bila atmosfera aştiyê çêbe, em wek gel hev hembêz bikin û niha pê ve heke em bibêjin bila şîdet û teror tunebe, em biratiya xwe ya hezar salî ji nû ve vejînin, heke dilê me ji vê bawer bike temînata vê yekê em in. Ew kesên ku ji dilê wan pêvajoya çareseriyê derbas dibin, dê lê binêrin ka bi rastî jî kî Pêvajoya Çareseriyê da destpêkirin, digel her tiştê kî vê dide berdewam kirin?"