ANKARA
Wezîrê Ragîhandin, Behrevanî û Ragihaştinê Bînalî Yildirim bû mêvanê Maseya Edîtoran ya AAyê.
Wezîr Bînalî Yildirim li Maseya Editoran ya AAyê qala projeyên Marmarayê, Kanal Îstanbulê, pireya Stenbolê ya sêyemîn û projeyên mezin kir û sualên der heqê rojevê de bersivand.
Wezîr Yildirim diyar kir ku bihayê bilêtên Marmarayê yê nêzîkî bihayê bilêtên nav bajêr be. Îstanbulkart yê di Marmarayê de derbas bibe û bihayê wê ji nêzîkî 1,95 qurişî be.
Wezîr Yildirim destnîşan kir ku xebatên Kanal Îstanbulê hindik maye biqedin û dê bi Serokwezîr Erdogan re bênê ba hev û paşê dest bi çêkirina kanalê bikin.
Wezîr Yildirim diyar kir ku nigên pireya 3yêmin ya Stenbolê dê qedera 60 metreyî direj bin û texmîn dikin ku heta dawiya salê dê xelas bikin û wiha got: "Li gorê planên me em ê di 2015an de pireyê xelas bikin. Eva wê bibe rekoreke dinyayê."
Wezîr Yildirim qal kir ku dikarin di navbera çend mehan de dest bi avahiya balefirgeha Stenbolê ya 3yêmîn bikin û beriya îhaleyê ji ÇEDê rapor standine. Îdiayên der heqê muafiyeta ÇEDê rast nînin.
Wezîr Yildirim got ku şirketên rêhewayê bi dilê xwe sinorê bihayê herî zêde yên balafirê qebûl kirin. Şirket bi xwe sinorê bihayê bilêtan kifş dikin.
Wezîr Bînalî Yildirim diyar kir ku rengê trêna bi lez ya ku dê di navbera Ankara û Stenbolê de bixebite fîruze ye.