ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Li Tirkiyeyê wê tundî raweste, zimanê çekan were terikandin û siyaseta demokratîk pêş keve."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Salona Sporê ya Ataturk di Kongreya Şaxa Ciwanan a AK Partiyê da axivî.
Davutoglu di axaftina xwe da bal kişand ser 28ê Sibatê û wiha axivî: "Di 28ê Sibatê da namûs û xîreta ewladên vî welatî hat binpêkirin. Di 28ê Sibatê da li Sîncanê tank derbas dibûn, niha jî ji bo Suleyman Şah ber bi Sûriyeyê va diçin, ferq ev e. Wê Tirkiyeya nû hemû rêçên Tirkiyeya berê yên nebaş ji holê rake."
Davutoglu bal kişand ser Pêvajoya Çareseriyê û wiha axivî: "Pêvajoya Çareseriyê di sala 2005an da bi axaftineke Birêz Serokomarê me, li Diyarbekirê dest pê kir. Digel astengî û gefan pêvajo bi daxuyaniyên îro li ser bingeheke teze rûniştiye. Li vî welatî êdî wê cihêrengiyên tirk, kurd, sunî û elewî ji bo neyartiyê neyên emilandin. Li Tirkiyeyê wê tundî raweste, zimanê çekan were terikandin û siyaseta demokratîk pêş keve."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da wiha got: "Heminê demokrasî hat avakirin û rêçên 28ê Sibatê yeko yeko tên paqijkirin, rêçên 12yê Îlonê yeko yeko tên paqijkirin, divê êdî li vî welatî tu kes bi zimanê çekan neaxive. Em ê daxuyaniyên îro û sepandinan di nêz va bişopînin. Kî ewladên Anadoluyê biçek bike wê rihê Xoresanê, emanetê arifên Xoresanê û rihê Selahedînê Eyûbî li hem ber vê bisekinin."
Serokwezîr Davutoglu wiha axivî: "Di 12ê Îlona 1980an da li Tirkiyeyê destûra bingehîn a derbeyê hat çêkirin. Me jî di 12yê Îlona 2010an da ev destûra derbeyê guherand û me rê li ber destûreke bingehîn a demokratîk vekir. Niha jî di ciyê derbeya 28ê Sibata 1997an da Pêvajoya Çareseriyê dimeşe ku hemû welatiyan himbêz dike."