ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) ji partiyên muxalefetê yên sereke Partiya Goranê "1emîn Kongreya xwe ya Neteweyî" li dar dixe lê di kongreyê de serokê giştî û delege nayên hilbijartin. Di kongreyê de aboriya herêmê, perwerdehî, siyaset û medya tê nirxandin.
Kongre li Salona Konferansê ya Saad Ebdillah tê lidarxistin û nêzîkî hezar û 100 delege beşdarî kongreyê bûn. Ji bilî televizyona xwe tu çapemenî û medya negirtin hundir. Di kongreyê de Serokê Giştî yê TevgeraGoranê Noşîrvan Mistefa axivî û dest nîşan kir ku li HKIFyê partiya muxalîf ya herî bihêz ew in û wiha got: "Di partiya me de ji bo her kesî cih heye. Welatî her tim meşrûiyetê kontrol dikin û vê jî, di ser partiyên siyasî ra dikarin bikin. Di salên dawîn de hatiniyên aboriyê gelek zêde ne lê bi awayekî dadmend nayên belavkirin û di xizmeta saziyî de jî kêmasî hene. Em ji bo ku van tiştan ji holê rakin û serast bikin hewl didin. Ji bo van mijaran projeyên partiya me jî hene."
Kongreya partiya Goranê sibê jî dê bidome.