28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Heger rêvebiriya Amerîkayê fikarên Tirkiyeyê yên ji bona ewlehiyê fehm bike îmkan heye têkilî baş bibin û pêşva bibin."
Kalin di rojnameya Daily Sabahê da bi navê "Têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê" nivîs weşand.
Îbrahîm Kalin destnîşan kir di salên dawîn da ji ber helwesta Amerîkayê baweriya rayedarên fermî û raya giştî ya Tirkiyeyê bi Amerîkayê kêm bûye.
Kalin destnîşan kir Amerîka di operasyona li Reqayê da di ciyê Artêşa Tirkiyeyê da bi YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ra hevkarî kir.
Îbrahîm Kalin diyar kir rêvebiriya Trump di heman demê da di mijara Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) gavan navêje.
Kalin der barê Andrew Brunsonê welatiyê Amerîkayê da destnîşan kir ev di destê dadgehên serbixwe da ye.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ji bona têkiliyên Amerîka Tirkiyeyê wiha got: "Heger rêvebiriya Amerîkayê fikarên Tirkiyeyê yên ji bona ewlehiyê fehm bike îmkan heye têkilî baş bibin û pêşva bibin."