İrem Demir, Emrah Gökmen
18 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2026
Cesedê kesekî din ê ku di lehiya Stenbolê da winda bû, hat dîtin û bi dîtina cesed va jimara kesên ku di bobelatê da mirin, derket 5an.
Li tevahiya bajêr di 14ê Cotmehê da baran barî û lehî rabû. Xebatên ji bo dîtina kesên ku di ro da çûn, dewam dikin.
Di encama xebata polêsê behrê û firokeya polêsan da li Halîçê cesedê mêrekî hat dîtin.
Li gor tesbîtê cesed aîdê Murat Babajanovê 30 salî û Tirkmenistanî ye.
Bi dîtina cesedê dawî va jimara kesên ku di lehiyê da mirin, derket 5an.
Li herêmê ji bo dîtina 2 kesên din ên winda jî xebat dewam dikin.