Emre Ilıkan, Nevzat Umut Uzel
07 Gulan 2026•Rojanekirin: 07 Gulan 2026
Fuara Kariyerê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKAF'26) ku bi mazûvaniya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê û kordînatoriya Midûriyeta Giştî ya Saziya Kar û Xebatê (ÎŞKUR) tê lidarxistin, di roja duyem da didome.
Fuar bi hevbeşiya zanîngehên Mûş Alparslan, Bidlîs Eren, Agirî Îbrahîm Çeçen, Şirnex, Batman, Hekarî, Îdir û Sêrtê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Expoyê ya li navçeya Tuşbayê tê lidarxistin. Beşdarên fuarê serî didin standên zêdetirî 140 saziyan û der heqê derfetên kar û stajê da agahiyan distînin.
Di fuarê da her wiha standa Rêhewayên Tirk û standên saziyên pîşesaziya parastinê yên wekî ASELSAN û HAVELSANê bêtir eleqeyê dibînin.
Prof. Dr. Hamdullah Şevliyê Rektorê Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê li fuarê geriya û wiha got, "Fuara me ya ku me bi beşdariyeke zêde va vekir, duh 25 hezar kesî ziyaret kir. Îro jî eleqeyeke zêde heye. Ev rewş me memnûn dike."
Zeynep Şeyma Altundala Pispora Pejirandina bo Kar a Çavkaniyên Mirovan a HAVELSANê jî diyar kir ku ciwan li fuarê derfeta dîtina rêveberên çavkaniyên mirovan ên dem û dezgehan bi dest dixin.