Ömer Yasin Ergin
06 Îlon 2026•Rojanekirin: 06 Îlon 2026
Li Diyarbekirê ji wesayîtekê gule hat reşandin, 3 kes birîndar bûn û xisar gihîşt 2 kargeh û 3 wesayîtan.
Li Taxa Firatê ya li navçeya Kayapinarê di kuçeya 470emîn da şikbarek an jî şikbarên ku nasnameyên wan hê nediyar in, ji wesayîtekê gule reşandin derdorê.
Di bûyerê da 3 kes birîndar bûn û xisar gihîşt 2 kargeh, 2 wesayît û kamyonetekê.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Polês ji bo ku şikbar bên girtin dixebitin.