Cüneyt Çelik
24 Îlon 2026•Rojanekirin: 24 Îlon 2026
Li Qersê TIRa madeya xav a plastîkê barkirî, piştî ku qeza kir agir pê girt û şewitî.
TIRa ku Murat Arslan diajot û ji Azerbeycanê madeya xav a plastîkê dibir Mêrsînê, di rêbejaya Qers Erdexanê da li tanga Hala Zerzewatan lastîka wê teqiya û li bariyeran qelibî.
Bi tesîra lêqelibînê, agir bi TIRê girt. Arslanê ajokar şewat ferq kir, ji wesayîtê peya bû û agahî da 112 Navenda Hawarê.
Li ser îxbarê, ekîbên polês, tenduristî û îtfaiyeyê hatin sewqkirin. Ekîbên polêsan rêbejaya Qers-Erdexanê ji çûn û hatinê ra girt.
Şewatê di kurtedemekê da TIRa madeya xav a plastîkê barkirî, da ber xwe.
Ekîbên îtfaiyeya Şaredariya Qersê midaxele kir û şewat temirand.
Murat Arslanê ajokarê TIRê diyar kir ku di rê da di halê çûyînê da lastîka wî teqiya û wiha got, "Piştî ku lastîk teqiya wesayîtê kaş kir kêlekê û agir pê girt. Ez di hundir da bûm, agir pê girt û di vê gavê da Xwedêkirî kembera min vebû. Min kembera ewlehiyê çawa vekir min xwe avêt derva."