Mehmet Niyazi Deniz
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
Li Şêrwana navçeya Sêrtê, xebatên asfaltkirina rêyên gundan berdewam dikin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, rêya komî ya gundê Madenê ku rêya 15 gundan tê ra derbas dibe, bi asfalta germ a di kargeha asfaltê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê tê hilberîn, hat nûkirin û ket xizmeta welatiyan.
Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya ku di daxuyaniyê da cih dan nêrînên wî, diyar kir ku xebatên bihêzkirina binesaziya gundan didomin.
Kizilkaya destnîşan kir ku di rêya komî ya gundê Madenê da 16 hezar û 757 ton asfalta germ hat bikaranîn û wiha got, "Rêya 11 hezar û 300 metre dirêj hat asfaltkirin û her wiha xebatên nûkirina rêya 1500 metreyî jî kuta bûn."
Kizilkaya ragihand ku asfaltkirin, xêzkirina rê û sepandina şerîdan a rêya 12 hezar û 800 metreyî qediya û destnîşan kir ku ev rê, digel welatiyên li gundan dijîn, ji bo hilberîner, xwendekar, nexweş û kesên ku diçin qadên madenê, derfeta veguhestina ewletir û rehettir pêşkêş dike.