Koray Taşdemir
26 Nîsan 2026•Rojanekirin: 26 Nîsan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hewildana êrîşa çekdar a ku li Amerîkayê di şîva Komeleya Nûçegihanên Qesra Spî da hat kirin, şermezar kir.
Erdogan li ser hesabê xwe yê NSosyalê der barê hewildana êrîşê ya ku duh bi şev qewimî da wiha got:
"Ez hewildana êrîşa çekdar a ku duh bi şev li Vaşîngtonê di şîva Nûçegihanên Qesra Spî da qewimî, şermezar dikim. Serokê Amerîkayê Trump û jina wî Melania Xanima bi qedr û qîmet di serî da em kêfxweş bûn ku kes birîndar nebû. Di demokrasiyan da têkoşîn bi fikr û ramanê tê dayîn, cihê tu cure tundiyê tuneye. Ji Serok Trump, jina wî, rêvebiriya Amerîkayê û gelê Amerîkan ra derbasî be."