Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk a Ast Bilind a Tirkiye-Qazaxistanê û Lûtkeya Nerîfermî ya Teşkîlata Dewletên Tirk bibe hat Astanaya paytextê Qazaxistanê
Özcan Yıldırım
13 Gulan 2026•Rojanekirin: 13 Gulan 2026
Türkiye, Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk a Ast Bilind a Tirkiye-Qazaxistanê û Lûtkeya Nerîfermî ya Teşkîlata Dewletên Tirk bibe hat Astanaya paytextê Qazaxistanê.
Balafira Serokomar Erdogan li Astanayê li Balafirgeha Navneteweyî ya Nursultan Nazarbayev danî.
Serokomar Erdogan bi xanima xwe Emîne Erdoganê ra li beşa Hêwana Şerefê ya balafirgehê ji balafirê peya bû û ji hêla Serokomarê Qazaxistanê Qasim Comerd Tokayev, Balyozê Tirkiyeyê yê li Astanayê Mustafa Kapucu û rayedarên din va hatin pêşwazîkirin.
Erdogan û Tokayev ji nav zarokên ku di destê wan da alayên Tirkiye û Qazaxistanê hebûn û hezkirina xwe nîşan didan derbasî Hêwana Şerefê bûn.
Dema balafira Erdogan li balafirgehê danî balafirên şer li gel bû. Bi du firokeyên li ser balafirgehê ra jî alayên Tirkiye û Qazaxistanê hebûn.
Heyeta bi Serokomar Erdogan ra jî hat Qazaxistanê.