Merve Yıldızalp Yormaz
22 Nîsan 2026•Rojanekirin: 22 Nîsan 2026
Qebûl li Kuliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê ra girtî pêk hat.
Di qebûlê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serşêwirmendê Serokomariyê yê Polîtîkaya Derva û Ewlehiyê Akîf Çagatay Kiliç jî amade bûn.
Daxuyaniya der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte da
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ra amadehiyên Lûtkeya Serokan a NATOyê ya ku dê li Enqereyê bê lidarxistin, serenavên di rojeva Îtifaqê da, mijarên herêmî û kurewî axivî.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê hevdîtina Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte da daxuyanî da.
Li gor vê di qebûlê da amadehiyên Lûtkeya Serokan a NATOyê ya ku dê li Enqereyê bê lidarxistin, serenavên di rojeva Îtifaqê da, mijarên herêmî û kurewî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku atmosfera bêîstiqrar a li herêmê girîngiya piştevanî û alîkariya di navbera mitefîqên NATOyê da car din nîşan da û got ku li bendê ne ku di Lûtkeya Enqereyê da biryarên dê piştevaniya bi mitefîqan ra xurt bike û piştgiriyê bide her tim ji bo qeyranan amadebûna Îtifaqa NATOyê bên hildan.
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye di serî da pergalên parastina asîmanî her ku diçe kapasîteya xwe ya di qada pîşesaziya parastinê da zêde dike, hedef dike ku bi welatên mitefîq ra di vê qadê da hevkariyê pêş bixe.
Serokomar Erdogan diyar kir ku parastina peywendiya Trans-Atlantîk xwedî girîngiyeke jêveneger e, wek Tirkiye li bendê ne ku şaxa Ewropayê ya Îtifaqê hê bêtir berpirsyariyê hilde û destnîşan kir ku di vê mijarê da ji teşebûsên parastinê yên Yekîtiyê dûrxistina mitefîqên Ewropayî yên ku endamê Yekîtiya Ewropayê nînin dê xizmetî armancê nekin.
Erdogan bal kişand ku Tirkiyeyê di pêvajoya ku bi êrîşên dijî Îranê dest pê kir da xwe li ba aştî û dîplomasiyê bi cî kir û da zanîn ku Tirkiye ji bo ku Şerê Ukrayna-Rûsyayê jî bi aştiyê bi encam bibe di dewrê da ye, ji bo ku mizakere ji nû va bên vejandin û hevdîtinên di asta serokan da dest pê bikin hewl dide.
Di hevdîtinê da Erdogan û Rutte amadehiyên Lûtkeya Enqereyê ya NATOyê bi berfirehî nirxandin.