Mehmet Şah Yılmaz
17 Îlon 2026•Rojanekirin: 17 Îlon 2026
Serokê Teşkilata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Îbrahim Kalin di çarçoveya serdana xwe ya li Îslamabada paytexta Pakistanê da bi Sererkanê Giştî ya Pakistanê Mareşal Asim Munir û Serokê Servîsa Îstixbaratê ya Pakistanê (ISI) Asim Malik ra hat cem hev.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatine bidestxistin, Kalin piştî serdana xwe ya Efxanistanê çû Îslamabada paytexta Pakistanê.
Serokê MÎTê Kalin li vir bi Munir û Malik ra hat cem hev û ji aliyê Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf va jî hate qebûlkin.
Di hevdîtinan da rewşa heyî ya peywendiyên dualî yên di navbera Tirkiye û Pakistanê da û derfetên hevkariyê yên ji bo siberojê, her wiha geşedanên herêmî û cîhanî hatin nirxandin.
Di hevdîtinan da ku hevsengiyên ewlehiyê yên piştî şerê di navbera DYA/Îsraîl û Îranê da li Rojhilata Navîn derketine holê, aloziya herêmî ya zêde dibe û bandorên siyasî, ewlehî û aborî yên şer ên li ser welatên herêmê hatin nirxandin, geşedanên derbarê xetereya belavbûna pevçûnan a li ser welat û herêmên cuda jî hatin gotûbêjkirin.
Di vê çarçoveyê da, di hevdîtinan da, alozî û bûyerên ku van demên dawî di navbera Yêmen û Erebistana Siûdî da çêbûn û xetereyên ku ji bo îstiqrara herêmî çêdikin jî di nav da, hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinan da di çarçoveya jinûva avakirina îstiqrara herêmî da bal hat kişandin ser giringiya Peymana Parastina Hevpar a Mekeyê ku di navbera aliyan da qada lihevkirinê çêdike û her wiha tekezî li rola Tirkiye û Pakistanê ya ji bo kêmkirina aloziyê û vekirîhiştina qenalên çareseriya dîplomatîk hate kirin.
Hate tekezkirin jî ku Tirkiye dê hewldanên xwe bidomîne da ku girjiya di navbera Efxanistan û Pakistanê da, mîna serdemên borî, bi rêya diyalogê bê çareserkirin.
Di hevdîtinan da her wiha mitabiq hat mayin ku hevkariya heyî ya astbilind a di warên ewlehî û îstixbaratê ya di navbera Tirkiye û Pakistanê da bê pêşxistin.
Hate destnîşankirin ku Tirkiye di têkoşîna li dijî terorê da li ba Pakistanê ye û dê piştgiriya xwe ya ji bo xurtkirina qebareya wê bidomîne.