ÎSTANBÛL
Cuneyt Çakirê ku di gelek pêşbirkên li Tirkiye û Ewropayê de hakemtî kiriye û xwediyê Kokarta FIFAyê ye. Çakir ji bo pêşbirkên Qûpaya Dinyayê ya 2014an jî birêve bibe hat wazîfedarkirin.
Qûpaya Dinyayê ya 2014an dê li Brezilyayê bê kirin. FIFAyê 25 hakemên ku dê di pêşbirkên Qûpaya Dinyayê birêve bibin diyar kir. Di nav van hakeman de Cuneyt Çakir jî heye. Ji bilî Çakir li Bahattin Dûran û Tarik Ongûn jî wek hakemên alîkar dê li Brezilyayê di pêşbirkan de cih bigrin.
Di Qûpaya Dinyayê ya 2014an de ji Asyayê (AFC) 4, ji Afrîkayê (CAF) 3, ji Bakûr, Amerîkaya Navîn û Carîbbeanê (CONCACAF) 3, ji Amerîkaya Başûr (CONMEBOL) 5, ji Oceanîayê 1 û ji Ewropayê jî ( UEFA) 9 hakem hatin hilbijartin.