24 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2016
ANKARA
Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Abîdîn Unal got: "Em îtaeta Sererkanê xwe dikin û bi şev û roj bi hev re bi hewldaneke mezin, bibiryarî, cehd û hevkariyê ve dixebitin ku terorîstên xayîn ên endamên çeteya derqanûnî (FETO) yên ku di nav me de bûne wek urekî paqij bikin. Bila şika tu kesî di vê mijarê de çênebe."
Orgeneral Unal daxuyanî da nûçegihanê AAyê anî ziman ku hin nûçeyên ku mirovan dixapînin di çapemeniyê de belav bûne û wiha got: "Axaftineke min a ku min di nav Hêzên Asîmanî de kiribû bizanetî û xelet di çapemeniyê de hat belavkirin. Ev nûçe rast nînin. Em îtaeta Sererkanê xwe dikin û bi şev û roj bi hev re bi hewldaneke mezin, bibiryarî, cehd û hevkariyê ve dixebitin ku terorîstên xayîn ên endamên çeteya derqanûnî (FETO) yên ku di nav me de bûne wek urekî paqij bikin. Bila şika tu kesî di vê mijarê de çênebe."