29 Hezîran 2018•Rojanekirin: 29 Hezîran 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê di operasyona esmanî ya li herêma sînorê Hekariyê û Xakurk û Kanî Reş a bakurê Iraqê lidarxist da 10 terorîst berteref kirin.
Serokatiya Sererkaniyê ji ser hesabê xwe yê Twîtterê yê fermî ragihand ku duh li herêma sînorê Hekariyê û Xakurk û Kanî Reş a bakurê Iraqê operasyona esmanî bir serî.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di encama operasyona esmanî da Ahmet Taşçiyê bi navê "Hamza" dihat nasîn û di nav lîsteya gewr da cih digirt jî tev 10 terorîst hatin berterefkirin.