25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê di 155emîn roja Operasyona Mertalê Feratê de Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê 180 hedefên rêxistina terorê DEAŞê îmhe kirin û 17 terorîst jî kuştin.
Li gor agahiya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di 155emîn roja operasyonê de ji bo ku terorîstên li herêmê bên kuştin, bombebarandina komên muxalif dewam dike.
Di operasyonê de 180 hedefên rêxistina terorê DEAŞê yên ku ji sitargeh, mewziyên parastinê, tesîsên kontrolê, wesayît û çekan pêk tên, hatin îmhekirin.
Hêzên Esmanî yên Tirkiyeyê li herêma Babê hedefên DEAŞê tesbît kirin û sitargeheke rêxistinê hat bombebarankirin. Hêzên koalîsyonê operasyona esmanî nekirin.
Di operasyonê de 17 terorîst hatin kuştin.
30 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û 55 mayin jî hatin teqandin.
Ji roja operasyonê dest pê kir vir ve 3 hezar û 149 teqemeniyên bi destan çêkirî, hatin teqandin.