Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê ye(AA). Akdag li vir pirsên edîtor û nûçegihanan ên der barê rojev û xebatên wezaretê da bersivandin û qala xebat û geşedanên dawîn kir.
- "Kesên bêbiryar ji sedî 10î heta sedî 3yan daketin"
Li ser referandûma guherîna destûrê Wezîrê Tenduristiyê wiha axivî: "Di dorhêleke gelekî demokratîk da welatiyan ji bo biryardayînê fersend bi dest xist. Em ji bilî ankêtan jî li vê mêze dikin. Ez wisa texmîn dikim ku li gor mehek berê kesên bêbiryar ji sedî 10î heta sedî 3yan daketin û piraniya wan jî berê xwe dan 'erê'. Li gor şexsê min niha 'erê' li pêş in."
Akdag, behsa sîstema serokomariyê kir û agahiyên wiha dan:
"Em ji bo serokomariyê sîstemeke nû tînin. Tu eleqeya vê sîstemê û 'yekzilamiyê' tuneye, çimkî meclis kîngê bixwaze dikare hê wextê serokomar tijî nebûyî biryara hilbartinê bide. Ev tiştekî eceb e. Ev taybetî li tu dewletên ku bi serokatiyê tên revebirin nîne. Kêmasiya sîstema DYAyê di vê meseleyê de ev e. 5 salan dibe serok lê tu kes nikare îtiraz bike. Li vê derê ne wisa ye. Eger meclis bixwaze dikare bêje 'de em ê hilbijartine bikin.'
Ji bo kesên nexweş biçin ser sindoqan Akdak bangewazî kir û wiha got: "Ji 300 hezarî zêdetir welatiyên me ji xizmeta tenduristiyê ya li malê îstifade dikin. Di vê referandumê da em dixwazin kesên li malê tên dermankirin an jî li nexweşxaneyê di çavdêriya xebatkarên tenduristiyê da bibin ser sandoqan û cardin deynin malên wan. Heger qeyda wan tunebe jî yên di van rojan da serlêdana xwe bikin hevalên me wê binirxînin û bibin ser sandoqê. Em bi têlefonê li 237 hezar kesî geriyan û jê 13 hezar qeyda wan heye û dixwazin ji vê îstifade bikin."
- Êrişa kîmyayî ya Esed li Îdlibê
Wezîrê Tenduristiyê Akdag der barê bikaranîna çeka kîmyayî ya rejima Esed da ev agahî dan: "34 waqieyan întiqalî Tirkiyeyê kir. Di 34 waqieyan da 25 kes hatin dermankirin û ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Dermankirina 3 kesan li Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê dewam dike. Mixabin 6 kes jî mirin. Di serî da ev jimara 3 bû lêbelê hetanî îro 6 kes mirin."
Herwiha li ser heman mijarê wiha dewam kir: "Xaza sarînê bi kar anîne, me ev teqez eşkere kir. Di encamên otopsiyê de ev derket. Tabîbiya edlî jî wê di demeke kin da encama xwe eşkere bike. Me ev bi encamên laboratuvar û otopsiyê îspat kir. Di vê navberê de Rûsya hin tiştan dibêje. Birîndar me tedawî kirin, mirî jî me qebûl kirin. Me wezîfeya xwe anî cih. Dema me ku ev lêkolîn dikir nûnerên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) û yên Qedexekirina Çekên Kîmyayî ya Navneteweyî li nik me bûn. Wan bi me re hevgelî kir."
Akdag, îdiaya derbeya bikontrol a Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî wiha bersivand: "Ev ji hewla derbeya herî bixwîn e ku heta îro hatiye serê Tirkiyeyê. Em heta niha nebûn şahidê yek e evqas bixwîn. Mirovek çawa dibe ji vê ra dikare bibêje 'derbeya bikontrol'. Heke hûn bala xwe bidinê nabêje 'ji ber filan, filan û filan sedemê derbeya bikontrol' nabêje. Dibêje 'bi min ra agahî hene ezê wan parve bikim'. Ev li hemberî miletê me, demokrasiya me bêhurmetî ye, ji şehîd û xaziyên me ra bêhurmetî ye. Kiliçdaroglu li ser îdiayên wexta ji Balafirgeha Ataturkê diçe pêwendî û têkilî datîne, dibêje 'heger îspat bikin ez ê îstifa bikim.' Dibe ku wî têlefon venekiribe. Di demeke ji 10 deqîqeyî kêmtir de derbekar bi tankên xwe li wir in û ew çawa derketiye, bila qala vê bike. Çawa bi rehetî li wir Kiliçdaroglu berdane?"
Ewî got: "Ez eşkere bibêjim, di meseleya FETOyê da tirseke Kiliçdaroglu heye. Binêrin çawa bû serokê gişkî. Qasetên Baykal hûn dizanin, paşê derket ku ev FETO çêkirine. Piştî vê bûyerê Kiliçdaroglu hat. Ev mantîqî ye. Mihtemelen deynekî Kiliçdaroglu heye û ew jî vê deynî dide. Lê Kiliçdaroglu xelet e. Der barê FETO da miletê me biryara xwe daye."
Li ser rewşa tenduristiya Îbrahîm Erkalê hunermend jî Akdag agahiyên wiha dan: "Mixabin ez jî nikarim xebereke ku merivan kêfxweş bike bidim. Daxuyaniya ku hewce dike bi destê nexweşxaneyê hat dayîn. Xun pekiyaye mejiyê Îbrahîm beg, ji ber lêketinê jî xun jê diçe. Rewşa wî cidiyeta xwe mihefeze dike. Li nexweşxaneyê di yekeya nexweşiyên giran da radizê, lêbelê berexêrî tune."
Akdagê Wezîrê Tenduristiyê ji bo biryara der barê dermanên pençeşêrê da jî wiha axivî: "Li Tirkiyeyê vê gavê 966 dermanên pençeşêrê hene, tên emilandin û dewlet pereyê wan dide. Lê 16 derman vê gavê bi destê Saziya Ewlehiya Civakî nayên dayîn û ev li derveyî vê sepandinê ne. Sedema wê ew e ev dermanên teze ne û di destê me da ji bo emilandina wan daneyên têr û tije tunene. Hin derman jî divê bi destê Saziya Ewlehiya Civakî bên nirxandin. Piştî 16ê nîsanê em ê bi birêz Wezîrê Xebatê ra bicivin û vê meseleyê çareser bikin."