16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
TBMM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku heger meriv ji hewldana derbeya FETOyê ra rabe û bêje "derbeya kontrolkirî", ev yek bênesîbî ye û wiha got, "Heger mirov ji vê bûyerê ra bêje derbeya kontrolkirî, bi rastî jî bênesîbî ye, heger mirov ji vê bûyerê ra bêje derbeya kontrolkirî, ji bênesîbiyê wêdatir, xemsarî ye. Ma bi we ev milet çi ye? Hûn çawa dikarin rabin û ji vê yekê ra bêjin derbeya kontrolkirî? Gelo hûn dixwazin ev pêvajo hê jî wiha bidome? Qusûrê mêze neke, rewşa awarte wê roja duşemê were rojeva Lijneya Ewlekariya Neteweyî, emê xeberdin û emê ji bo hikûmetê biryara pêşniyazê bidin."
Erdogan di bernameya ku li TBMMyê bi minasebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî va hat lidarxistin da xîtabî gel kir.
"Ew pêt û pereng dibe agir û alav û wan hemû kesên ku destdirêjiya îstiqlal û îstiqbala wê dike, dişewitîne dike xwelî"
Serokomar Erdogan sekna gelê tirk a di 15ê Tîrmehê hewldana derbeya FETOyê da şiband pêt û perengê berxwedana neteweyî û wiha got, "Miletê tirk di 15ê Tîrmehê da ji hemû dinyayê ra daye xuyakirin ku civateke ji rêzê nîne, milet e û herwiha bê ka miletekî çawa ye. Hin kes hebûn ku der heqê welatê xwe, miletê xwe, bi taybetî jî di mijara ciwanan da bêhêvî bibûn. Di 15ê Tîrmehê da me hemûyan bi havra dît ku di binê perikan da pêt û perengek heye. Dema wext û saeta wê hat, ew pêt û pereng dibe agir û alav û wan hemû kesên ku destdirêjiya îstiqlal û îstiqbala wê dike, dişewitîne dike xwelî."
"Heger mirov ji vê bûyerê ra bêje derbeya kontrolkirî, ji bênesîbiyê wêdatir, xemsarî ye"
Erdogan di axaftina xwe da da bibîrxistin ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di xeberdana xwe ya îro da hewldana derbeya rêxistina terorê FETOyê bi "derbeya kontrolkirî" pênase dike û wiha dewam kir:
"Em kesî nexapînin, heger mirov ji vê bûyerê ra bêje derbeya kontrolkirî, bi rastî jî bênesîbî ye, heger mirov ji vê bûyerê ra bêje derbeya kontrolkirî, ji bênesîbiyê wêdatir, xemsarî ye. Ma bi we ev milet çi ye? Hûn çawa dikarin rabin û ji vê yekê ra bêjin derbeya kontrolkirî? Gelo hûn dixwazin ev pêvajo hê jî wiha bidome? Qusûrê mêze neke, rewşa awarte wê roja duşemê were rojeva Lijneya Ewlekariya Neteweyî, emê xeberdin û emê ji bo hikûmetê biryara pêşniyazê bidin."
"Me serfiraziyeke nû li dîroka xwe neqişand"
Erdogan, berxwedana 15ê Tîrmehê wekî "serfiraziyeke dîrokî" tewsîf kir û wiha pê da çû, "Sed sal berê heft hêzên mezin hatin cem hev û bi hemû qeweta xwe êrişî Çanakkaleyê kirin. Li vir me serfiraziyek bi dest xistibû ku herkes metelmayî mabû. Di 15ê Tîrmehê da jî me di 20 saetan da plana 40 salan a çeteyeke îxanetê ku heft duwel hildabûn pişt xwe, şikand û serfiraziyeke nû li dîroka xwe neqişand. Ceng, di navbera artêşan da diqewimin. Miletê tirk di 15ê Tîrmehê da li hemberî çeteyeke îxanetê ku bûye artêş, bi îmana di qelbê xwe da û bi destê xwe yê tazî û xalî va têkoşîn da.
Meclisa Milet a Mezin Tirkiyeyê di 23yê Nîsana 1920an da ligel parlementer û gelê me bi dia û tekbîran vebûbû. Piştî 96 salan di 15ê Tîrmeha 2016an da Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê dîsa ji aliyê parlementer û gelê me va bi heman awayî bi dia û tekbîran berevaniya wê hatiye kirin."
"Ey Feto, ma ciyek heye ku tu pê da herî?"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand, "We çawa qesdî vî miletî kir, we ev milet çawa perçe kir? Ey Feto, ma ciyek heye ku tu pê da herî? Ji bo ku vî miletî perçe bikî, êdî tu kiryar maye ku te bicih neanî? Ma deriyek ma ku te lê neda? Aniha li Pensilvaniayê 400 donim erd ji te ra terxan kirin, tu ji wir dinyayê îdare dikî. Bira tirsa kesî tunebe ku hemû tiştinên qirêj ê vî Fetoyê ku li Pensilvaniayê rûdinê, derxîne holê. Kê çi dizane bêra bêje. Bira netirse û wan navan eşkere bike. Ji ber ku em wekî misilman, dema em du meriv xeberdin, divê em ji kesê sêyemîn ra zelal bikin bê ka xaîn kê ye da ku herkes bizanibe."
"Emê bi hevra welatê xwe derxînin ser pileya şaristaniyên hemdem"
Serokomar Erdogan wiha got, "Kesên ku di 15ê Tîrmehê da qesdî vî welatî kirin, vêga li dadgehan hesabê îxaneta xwe didin. Yên ku bi emrê fêlbazê li Pensilvaniayê, welatê xwe ku av û nanê wê dixwarin firotin dolarekî, li zindanan dirizin. Lê ev Meclis wê di xizmeta gel da berdewam be. Ji ber ku me soz daye gelê xwe. Emê ligel Serokomarî, Meclis, hikûmet û hemû dem û dezgehên fermî û taybet, bi hevra welatê xwe derxînin ser pileya şaristaniyên hemdem, emê teqez hedefên xwe yên 2023yan bicih bînin. Heya ku ev soza me bicih neyê, sekn û hêsayî ji me, Meclisa me, hikûmeta me û gelê me ra tuneye.
Derbekarên bêesl jî yên ku ew bi ser me da şandin jî wê ji îro pê da rûyê rihetiyê nebînin. Gelê tirk hînî têkoşînê bûye. Di dîrokê da tu destkeftiyeke me tuneye ku me berdêla wê nedabe. Yên ku pê xapiyan wekî em qels û zeîf in û mîna keftaran êrîşî me kirin, çaxa dîtin ku ev nexweş hê çik li ser piyan e, para reviyan. Kesên ku ev yek kirin bira xwe amade bikin da ku berdêla kiryarên xwe bidin. Înşelah ew roj nêzîk e."