İbrahim Atmaca
03 Sibat 2019•Rojanekirin: 04 Sibat 2019
BÎTLÎS
30 çiyagerên ku girêdayî Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê ne û ji bajarên cuda hatin Elcewaza navçeya Bitlîsê, seba hilkişin ser tepa Çiyayê Sîpan di rê da ne.
Li ber Komeleya Sporên Siruştê ya Sîpan a Elcewazê merasim hat lidarxistin û Antrenorê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê û Serokê Komeleyê Adem Gul di merasimê da axivî û got ku ew bi 30 çiyagerên ku ji bajarên cuda yên welêt hatine ra hildikişin ser Çiyayê Sîpan.
Gul wiha axivî: "Zivistanê hilkişîna ser Çiyayê Sîpan êdî bi destê federasyona me bû kevneşop. Hilkişîna ser çiyê di 1ê sibatê da 6 jê jin bi 30 çiyagerî va dest pê kir. Wan şeva xwe li Zozanê Hespan li qada kampê derbas kir û plan dikin ku di 3yê sibatê da derkevin tepa Çiyayê Sîpan û di 4ê sibatê da vegerin Elcewazê. Hevalên me hemû perwerdeya çiyageriyê hildane."