Abdullah Tel
12 Gulan 2018•Rojanekirin: 12 Gulan 2018
ERZINCAN
Serokwezîr Bînalî Yildirim di merasima vekirina komî ya 76 berheman da ku li Eywana Navenda Sporê hat organîzekirin da axivî.
Yildirim di destpêka axaftina xwe da pesnê bajar û hembajariyên xwe da û dayikên şehîdan di serî da roja hemû dayikan jî pîroz kir.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku di hilbijartina 24ê hezîranê da ewê wek hilbijartinên berê dîsa li hemberî îtifaqên ku FETOyê xwe bi wan va girêdaye, biserkevin û wiha pê da çû: "Hûn dizanin îtifaqa yên ku naşibin hev hat avakirin. Li hember çi hat avakirin, li hember Îtifaqa Cumhûr hat avakirin. Lê armanca Îtifaqa Cumhûr eşkere ye, ji bona îstiqbal û siberoja gel, dijî lîstikên ku li hember welatê me tên lîstin û hêzên emperyal yên li hundir û derva helwesta rast ya gel e. Loma jî em îtifaqê bi gel ra çêdikin."
Serokwezîr Yildirim got ku îtifaqa yên naşibin hev ku FETOyiyên cudakar li dorê civiyane jî wê di 24ê Hezîranê têk biçin û wiha dewam kir: "Bi serkeftina me ya hilbijartinê ya 13emîn va ew ê careke din têk biçin."
Yildirim di axaftina xwe da hewl û xebata şêniyên Erzîncanê ku di 15ê Tîrmehê da ji bo dewlet û welêt raxistibûn pêş çavan jî bibîr xist û got: "Şêniyên Erzincanê ji bo şerê serxwebûna duyemîn hewl dan û careke din destana egîtiyê ji bo xwe dan nivîsandin."
Serokwezîr Yildirim got ku wan Fabrîqeya Şekir ya Erzincanê û Fabrîqeya Şekir ya Erziromê jî kirin yek û wê herdu bi kapasîteyeke zêdetir bixebitin.