29 Hezîran 2016•Rojanekirin: 30 Hezîran 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di axaftina li ser têlefonê da li ser girîngiya normalbûna pêwendiyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê sekinîn, bal kişandin ser girîngiya pêngavên ji nû va vejandina pêwendiyên dualî û hevkariya di warê siyasî, aborî û krîzên mirovî da.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê da hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan li ser têlefonê bi Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Pûtîn ra xeberda.
Di daxuyaniyê da hat îfadekirin ku Erdogan û Pûtîn di axaftina xwe da li ser girîngiya normalbûna pêwendiyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê sekinîn û wiha hat gotin:
"Serokomar Erdogan û birêz Pûtîn bal kişandine ser girîngiya pêngavên ji nû va vejandina pêwendiyên dualî û hevkariya di warê siyasî, aborî û krîzên mirovî da. Birêz Pûtîn di xeberdana xwe da êrîşa terorê ya li Stenbolê şermezar kiriye, di şexsê Serokomarê me da serxweşî daye hemû xelkê tirk. Herdu lîderan xwedanbiryarbûna xwe dane nîşan ku divê peywendiyên dualî bên vejandin û li dijî terorê têkoşîn bê dayîn, herwisa dîsa di wê mijarê da jî li hev kirine ku divê peywendiya wan dewam bike, bên bal hev û rûbirû hevdu bibînin."