08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2016
HAKKARİ
Stranbêjê xelkê Hekariyê Aydin Aydin li ser bangewaziya Serokomar Erdogan ya ku gotibû dolarên xwe hûr bikin dolarên xwe avêtin çêmê Zapê.
Aydin Aydin li Bagişliya gundê Hekariyê bi tacake lire pê ve bi serî xwe kir û derket çiya. Aydin Aydin li ser rêya biberf hinek meşiya û strana "Lireya Tirkiyeyê li ser serê me" got.
Aydin daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ji bo piştgiriyê bide bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan stranek nivîsî û wiha pê da çû: "Ez ji bo dawetekê hatim û di dawetê da dolar jî avêtin. Ezê li bajarê xwe dolaran wisa hûr bikim ku careke din venegerin. Li vê derê bi nas û dostên xwe yên Hekariyî va me lireyê Tirkiyeyê kir taca serê xwe. Bila hemû dinya bibîne ku lire çiqas giring e. Ji niha pê va bila di dawetê me da jî lire bidin buk û zava."
Aydin paşê ji Pireya Gençlîkê ya ser rêya Hekarî-Wanê qismekî dolarê pê ra bûn avête Çemê Zapê û wiha dewam kir: "Ev dolarên ku di dawetê da min qezenc kirin ji bo piştgiriyê bidim kampanyaya Serokomarê me ez hewaleyî ava Zapê dikim. Lewra ava Zapê gelek kes birin û ew paşva nehatin. Dibe cihên gelek dûr bila dolar jî bibe û careke din venegerin."