Önder Beyter
13 Tebax 2018•Rojanekirin: 13 Tebax 2018
ÎSTANBUL
Ji aliyê Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (BNKT) va ji bo berpirsiyariyên din ên pereyên biyanî, rêjeyên beramberiya mecbûrî yên wedeyên heta 1,2 û 3 salan 400 pûanê bingehîn hat daxistin.
Di daxuyaniya BNKTyê da hat ragihandin ku ji bo xurtkirina kargeriya piyaseyên fînansî û sistkirina rêvebirina lîkîdîteyan a ji bo bankeyan, di pişkên hemû wedeyan ên rêjeyên beramberiya mecbûrî ya lireyê Tirk da 250 pûanê bingehîn hat daxistin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin ku rêjeyên beramberiya mecbûrî yên wedeyên ku ji bo berpirsiyariyên din ên pereyên biyanî hatine destnîşankirin jî 400 pûanê bingehîn hat daxistin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku derfeta tesîsa navînî ya herî jor ya ji bo berpirsiyariyên pereyên biyanî jî derxistin ji sedî 8an û wiha hat gotin, "Bi guhertinê va dê qasî 10 milyar TL, 6 milyar dolarê Amerîkayê û lîkîdîteya di cinsê zêr da ya bi qasî 3 milyar dolarê Amerîkayê ji pergala fînansî ra were dabînkirin."
Rêjeyên mewcûd ên beramberiya mecbûrî û rêjeyên nû yên beramberiya mecbûrî yên di wadeyên heta 1,2 û 3 salan da yên ku di daxuyaniyê da hatin destnîşankirin wiha ne:
| Berpirsiyariyên Din ên Pereyên Biyanî | Rêjeyên Mewcûd ên Beramberiya Mecbûrî (Ji sedî) | Rêjeyên Nû yên Beramberiya Mecbûrî (Ji sedî) |
| Heta salekê (salek di navê da) bi wade | 24 | 20 |
| Heta 2 salan (2 sal di navê da) bi wade | 19 | 15 |
| Heta 3 salan (3 sal di navê da) bi wade | 14 | 10 |