Fatih Gazioğlu
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
BEDLÎS
Hat ragihandin ku bizmilûgên-tûjik (mîkrobiyalît) yên ku ji golê 2,5 kîlometre dûr li newala Elcewazê hatin dîtin, şibiya bizmilûgên-tûjikên binê Gola Wanê ne
Der barê bizmilûgan de Dekanê Fakulteya Behrevaniyê yê Zanîngeha 17 Îlonê Prof. Dr. Mustafa Sari daxuyaniyek da û got wan heman mîkrobiyalît li binê Gola Wanê jî dîtibûn. Sari got ku ev tişt kêm tê dîtin û wiha axivî:
"Ev tiştê me dît tiştekî ecêb e. Me heman tişt di vîdeoyên ku me li binê Gola Wanê kişandibûn de jî dîtibûn. Niha em heman tiştî li ser erdê jî dibînin. Ev tiştên me dîtin, fosîlên mîkrobiyalît in. Ev sewiyeya Gola Wanê ya beriya 6 hezar û 500 salan e."
Sari got ku ev dîroka van herî kêm 10 hezar sal e û wiha dewam kir:
"Lê ji bo ku em teqez tiştekî bibêjin divê em perçeyekî wergirin û li ser umrê wan lêkolîne bikin. Ev karê me nîne. Lê em dikarin bibêjin ev sewiya Gola Wanê ya beriya 6 hezar û 500 salan e. Em dikarin bibêjin umrê van fosîlan 10 hezar sal e."