26 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der heqê daxuyaniyên Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê Nîkos Kocîas da got: "Gelên me diçin Yewnanistanê, diçin giravên Yewnanistanê, yewnanî tên Tirkiyeyê. Dema ku em lê mêze dikin gelek aliyên me yên ku dişibin hevdu hene, lê divê Yewnanistan beriya her tiştî destûrê nede ku zarokekî nehs van hemû tiştan nebîne û navberê xerab bike. Em bi hişmendiyeke wiha va nakevin nav pêşbaziyên wiha. Ne hewce ye ku hêza xwe jî bidin nîşanî wan. Wexta ku zemanê wî were, leşkerê tirk dizane ku wê çi bike. Herî baş hikûmet dizane. Bila ji wî zarokên nehs ra jî baş şîretê bikin. Bila bêhna me teng nekin."