01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
ANKARA
Bi biryarnameya ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve hatiye amadekirin ciyê 616 amirên îdarî yê mulkî hat guherandin.
Her wiha 12 amirê îdarî yê mulkî yên ku li wezaretê dixebitin jî hatin guherandin.
Li gor biryarnameyê ciyê 396 qaymeqamên navçeyan û 106 alîkararên waliyan hat guherandin. 75 qaymeqam û alîkarên walî jî wek mişawirê hiqûqê yê bajêr hatin wezîfedarkirin.
Ev biryarnameya ku Wezîfedarkirina Amirên Îdarî yên Mulkî û Ciyê Wan Guherandin îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Bi biryarnameyê ciyê 396 qaymeqam û 106 alîkararên walî hatin guherandin. 75 qaymeqam û alîkarên walî wek mişawirê hiqûqê yê bajêr hatin wezîfedarkirin. 30 qaymeqam û alîkarên walî li yekeyên navendê ya wezaretê hatin wezîfedarkirin, 9 amirê îdarî yê mulkî ji bo wezîfeyên din hatin tayînkirin. Ji xeynî biryarnameyê jî li wezaretê ciyê 12 amirên îdarî yên mulkî hat guherandin.
Di biryarnameyê da qaymeqamên ku li şaredariyan hatin wezîfedarkirin jî cî girtin. Bîlal Ozkanê wek Cîgirserokê Şaredariya Sûra Diyarbekirê hat wezîfedarkirin di heman da wek Qaymeqamê Sûrê, Ergun Baysalê wek Cîgirserokê Şaredariya Nisêbîna Mêrdînê hat wezîfedarkirin di heman demê da wek Qaymeqamê Nisêbînê û Hakan Kafkasê wek Cîgirserokê Şaredariya Dêrika Mêrdînê hat wezîfedarkirin di heman demê da wek Qaymeqamê Dêrikê hat wezîfedarkirin.