Muhammet Kurşun
08 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
ANKARA
Berdevkê HDPyê Osman Baydemir der barê "pêvajoyeke nû" de got: "Ji bo destpêka pêvajoyeke bê pevçûn û bê şêr rol, misyon û wezîfe dikeve ser herkesî. HDP, ji wezîfeya xwe ya di vê mijarê de nareve."
Baydemir, li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku heta Demîrtaş û Yuksekdag azad bibin dê mucadeleya HDPyê bidome.
Baydemir li ser "pêvajoyeke nû" jî bangewazî kir û nirxandina xwe wiha anî ziman:
"Ji bo destpêka pêvajoyeke bê pevçûn û bê şêr, rol, misyon û wezîfe dikeve ser herkesî. HDP, ji wezîfeya xwe ya di vê mijarê de nareve. Rojeva lezgîn ya siyaseta demokratîk ew e ku planeke çareseriyê ji bo atmosfera aştiyê amade bikin. Divê ev plan gavên ji bo aştiya navxweyî pêk bîne û herwiha îradeya aştiyê derxîne holê. Herwiha ji bo rejima Sûriyê bibe sîstemeke demokratîk jî divê nexşerêyekê amade bike."
Wek din Baydemir got namzedê hevserokiyê hê ne diyar e.