Ekip
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
ANKARA
"Ji me ra vê dibêjin: 'Hûnê kîngê OHALê rabikin?' Dema ev hemû alozî qediyan emê OHALê rabikin. Dema di mijara têkoşîna dijî terorê da em gihîştin armanca xwe emê OHALê rabikin. Heta ku ev yek neqedin bila tu kes li benda rakirina OHALê ji me neke."
"15ê Tîrmehê di demokrasiya dinyayê da tiştekî cara ewil e. Qet şerm nake (serkêşê FETOyê) dibêje 'Heke Amerîka destûrê bide êz ê herim Tirkiyeyê'. Min berê gazî te kiribû, tu bihatayî. Çima nehatî? Ka pişika te heye? Tu dizanî ku vegerî ew ê çi bibe, aqubeta xwe dizanî."
"15ê Tîrmehê, hewleka dagirkirinê ya ku xwestin bi destê taşeronên yek dolarî hatin kirîn bikin, pêk bînin çêbû. Helwesta bêmerhemet ya derbekeran a li hemberî miletê me, xofa ku kirin dilê miletê me û xwîna ku rêtin, niyeta wan baş nîşan dide."
"Herjmara welatiyên me yên ku wê şevê can dan 250 ye, hejmara derbekarên ku hatin kuştin jî 35 e. Dibê em li ser van hejmaran jî bifikirin. Heke Tirkiye dewleta hiqûqê nebûya, li gor edaletê tev negeriya wê şevê bi deh hezaran kesên ku di derbeyê da cî girtin ew ê îro di girtîgehan da nebûna, wê di çalên vedayî da bûna."
Dewletê xwedî kir, li dewletê îxanet kirin. Jixwe pirsgirêkeke herî mezin a Tirkiyeyê jî 657 e (Qanûna Karmendên Dewletê). Ev 657an, heke li ser bi hev bikin, wek dewletên li rojavayê bê guherandin û cudahiya karmend û karkeran tunebe dibê bi tenê wek xebatkaran derbas bibe. Çaxa ev bibe em ê bibînin ku gavên bi îsabet werin avêtin."
"Ez dixwazim li hizûra we bibêjim ku qelsiya me ya herî mezin ev 'muxalefeta sereke ya li hemberî me ye ku li derveyî welêt ji ber îdeolojiya xwe ya şaş û îhtirasên xwe yên siyasî welat xirab nîşan dide.' Mixalefeta me ya sereke ne li hemberî derbekeran e, li aliyê wan e, ne li hemberî rêxistina terorê ye li cem wan; lê di her hilbijartinê de miletê me bersiva herî baş dide wan."
"Raboriya partiya muxalefeta sereka ya îro rabûye di mijara mafên mirovan de me rexne dike, derdikeve qaşo meşên edaletê; tarîxa wê bi bûyerên îxlalkirina mafên mirovan û piştevanîdayina wan tijî ye."
"(Meşa ku CHPê ji ber girtina Berberoglu kir) Te meşa xwe jî bi dilrihetî û mitînga xwe jî bi dil rihetî kir. Evê derfetê me da te. Binihêre niha OHAL heye. Heke OHAL nebûya dibe ku tiştên din jî bibûna. Binihêre di bi aramî kir. Gelo qet spas kirin. Nayê çima lewra di pirtûka wan da ev tuneye."