İbrahim Atmaca
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
ANKARA
Namzedê serokomariyê yê HDPyê Selahattîn Demirtaş serî li Mehkemeya Destûra Bingehîn (AYM) da û texliyeya xwe xwest.
Demirtaşê ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, piştî ku Mehkemeya Cezayê Giran a 19emîn a Enqereyê daxwaza texliyeya wî red kir, bi rêya parêzerên xwe serî li Mehkemeya Destûra Bingehîn da.
Di daxwaznameya serlêdanê da hat bibîrxistin ku Demirtaş ji 4ê mijdara 2016an heta niha girtî ye, ev rewşa girtîbûnê mafê hilbijartin û hilbijirîna kesê serlêdan kiriye, binpê dike, ji ber ku namzedê serokomariyê ye û girtîbûna wî dewam dike, ev rewş giraniya binpêkirinê zêdetir dike.
Di daxwaznameyê da biryara "binpêkirina maf" a ku Mehkemeya Destûra Bingehîn di 2013an da seba Parlamenterê Îzmirê yê CHPê Mustafa Balbay da hat bibîrxistin û hat gotin ku pênc namzedên din ji her amûrên propagandayê mifadar dibin û xebata hilbijartinê dimeşînin, lê dema ku meriv bala xwe dide rewşa Demirtaş a girtî, di van şert û mercan da kirina hilbijartina serokomariyê wê lekedar bibe.
Di daxwaznameyê da hat xwestin ku ji bo serlêdanê zûtir hevdîtin were kirin û Demirtaş were texliyekirin.