İbrahim Atmaca
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Ji fitbolîstên neteweyî yên berê Ruştu Reçber, Ahmet Dursun û Ergun Penbe beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va tê kirin bûn û wêneyên ku ecibandin, bijartin.
Reçber, Dursun û Penbe ji bo merasimeke vekirinê hatin bajêr wan wêneyên ji hêla nûçegihanên AAyê ku li welêt û derveyê welêt hatibûn kişandin yekoyek mêze kirin û agahî hildan.
Ruştu Reçber di kategoriya sporê da wêneya Andreas Gebert a "FC Bayern Munîh-Beşiktaş Lîga Şampiyonan a UEFAyê", di kategoriya jiyanê da wêneya Îlhamî Çetîn "Kalê Elî û Pişîka wî" û di kategoriya "Nûçe"yê da jî wêneya Halîl Fîdan ya "Kontrolkirina navenda navçeya Efrînê" neqand.
Ahmet Dursun jî di kategoriya sporê da wêneya Berk Ozkan a "Beşiktaş-Fenerbahçeyê", di kategoriya jiyanê da wêneya Sezgîn Pancar a "Stêrkên Tirk" û di kategoriya nûçeyê da jî wêneya Ali Jadallah ya "Cumeya amadehî û hişyariyê" neqand.
Ergun Penbe jî di kategoriya sporê da wêneya Şebnem Coşkunê ya "Fransayê kupaya dinyayê hilda", di kategoriya jiyanê da wêneya Îlhamî Çetîn "Kalê Elî û Pişîka wî" û di kategoriya nûçeyê da jî wêneya Ozkan Bîlgîn a "Firata ewil Mehmetçîkê ser sînor vekir" neqand.