Türkan Tosun
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
ANKARA
Du heb BHQyên nû di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Di BHQya bi jimara wê 694an de xalek li ser madeya 161emîn a Qanûna Muhekemeya Cezayê ya ku jimara wê 5271 e û wezîfe û rayeya dozgerê Komarê tayîn dîke hat zêdekirin.
Di vê xalê de wiha hat gotin; "Beriya hilbijartinê an jî piştî wê heke bê îdiakirin ku parlamenterekî sûcek kiriye û divê der barê wî de lêkolîn û teqîbat bê kirin, ev raye di destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û dadgeha cezayê giran de ye. Serdozgerê Komarê an jî wekîlê ku wî tayîn kiriye dikare vê lêpirsînê bike. Serdozger an jî wekîlê wî dikare ji dozgerê Komarê ya cihê ku sûc lê hatiye kirin lêkolîna qismî an jî bi giştî bixwaze. Di rewşên ku îhtimala derengîketinê çêbe de dozgerê Komarê yê cihê ku sûc lê hatiye kirin delîlên mecburî berhev dike, heke hewce bike ji bo biryarên ku divê bên dayîn daxwazê ji hakimtiya cezaya sulhê ya li cihê xwe dike."