13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim li taxa Şîfaya Tûzlayê piştî ku bû mêvanê sifreya fitarê ya malbatekê, beşdarî bernameya fitarê ya ku Teşkilata Tûzlayê ya AK Partiyê li Tesîsên Ay Yildizê li dar xist bû.
Yildirim got: "Dostaniya me baş e, lê yên ku bi me ra dijminatiyê dikin jî bila ne carekê, pênc caran bifikirin" û diyar kir ku ev millet ji gelek badîreyan ra derbas bûye, ev hezar sal e bûyereke ku li ser vê axê nehatiye dîtin û derbas nebûye tuneye. Yildirim wiha dewam kir:
"Çanakkale, Cenga Rizgariyê, Cenga Meydanê ya Sakaryayê, Sarikamiş, Qutul Amare. Me destan nivîsandin û em gihiştin vê rojê. Yên ku hesabê xwe xelet dikin, wê teqez berdêla vê bidin. Hêza tu kesî têra perçekirina vî milletî nake. Lewra em endamê şaristaniyeta qedîm in. Ji ber wê piştî ku em bela terorê ji rojeva xwe derxînin, em ê demildest rojhilat û rojava, bakur û başûr bikin yek. Em ê jihevcihêbûn û jihevdûrketinan ji holê rakin. Em hemû tevda ji bo paşerojê, ji bo rojên xweştir emê bixebitin."
Yildirim serokê navçeyê yê Teşkilata Tûzlayê ya AK Partiyê û hemû mensûbên teşkilatê pîroz kirin û wiha dewam kir: "Me cardin bi vê sifreya fitarê nîşan da ku AK Partî malbateke çi qas mezin e. Wefa tiştekî giring e. Deynê wefayê bi karta krediyê va nayê dayîn. Deynê wefayê heta mirinê dewam dike. Deynê wefayê bi seranserê emrê merivan ra dewam dike. Wefa ew e ku di bûyerên Geziyê da, di 17-25ê berfanbarê da bi milyonan kesan va mirov li hemberî komplo û dafikên ku li hember Tayyîp Erdoganê evîndarê Tirkiyê hatin danîn, bisekine û xwedî li Erdogan derkeve."
"Kuştin karê me nîne, karê me parastina jiyana mirovan e"
Serokwezîr Yildirim hêvî kir ku remezana şerîf bibe wesîleya xurtbûna biratiyê û wiha dewam kir:
"Di van rojên pîroz da bi milyonan birayên me yê vî dînî hene ku bêmal mane û xaniyê xwe terikandine. Me himbêza xe li ber 3 milyon xwîşk û birayî vekir. Bîstek berê Serokê me yê Bajêr got, em li vir mazûvaniya nêzîkî 500 hezar birayên xwe yên penaber dikin. A ku li me tê jî ev e. Baweriya me wiha ye. Helbet emê were bikin. Ewropî viya fêm nakin, nikarin fêm bikin. Ma em wan li wê derê bihêlin da ku di bin wê zilmê da bên kuştin? Kuştin karê me nîne, karê me parastina jiyana mirovan e. Ez ji niha da eyda we pîroz dikim."
Yildirim hişyarî da herkesî ku dema diçin eydê baldar bin û wiha got, "Quralan bicih bînin, qralê rêyan tuneye, qûralên rêya hene."