13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2016
TBMM
Di 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de Meclisa ku hatibû bombekirin ji bo ku neyê jibîrkirin, wê di baxçeyê Meclisê de abîdeyek bê çêkirin.
Her sal di 15ê Tîrmehê de li ber vê abîdeyê wê merasimek bê lidarxistin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist li Meclisê xebatên nûkirinê û temîrkirinê dewam dikin.
Li baxçeyê nêzîkî Avahiyê Ziyaretê ya ku şeva hewldana derbeyê zirareke mezin û çaleke 2 mêtroyî çêbûbû wê abîdeyek bê çêkirin. Li ser vê abîdeyê navê şehîdên 15 Tîrmehê wê bê nivîsandin. Her sal di salvegera 15ê Tîrmehê de li vir wê merasimek bê lidarxistin.
Ji abîdeyê heta cihê ku bombeya duyemîn lê ketiye bi keviran ve rêyek bê çêkirin û navê vî rêyê jî wê bibe "rêya demokrasiyê". Dema ku parlamenterek nexweş ket û ambulans hewce bike ev rê wê ji bo ambulansan vekirî be.
Ji hêla din Avahiyê Pêwendiyên Gel a ku ji avahiyê A û avahiyê B ji du avahiyan pêk dihat jî tê xirabkirin. Şûna wê avahiyeke nû wê bê çêkirin. Maseyên parlamenteran ên ku ji vê avahiyê tên derxistin wê bêpere bidin dibistanan.