08 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2016
MARSÎLYA
Di nîvefînala Şampiyonaya EURO 2016ê da, Frensayê 2-0 zora Almanyayê bir û bû rikaberê fînalîstê li hember Portugalê.
Yarîzan Griezmann di gera yekem da golek û di ya duyem da jî golek avêt û tîma xwe Frensayê li hember Almanyayê 2-0 kire xalîb.
Tîma neteweyî ya Frensayê piştî şampiyonayên 1984 û ya 200î carê 3ya ye ku diçe fînala şampiyona ya EUROyê.
Antonie Griezman bi her du golên xwe yên ku tîma xwe kir xalîb va, di turnuvayê da bi 6 golan serketina xwe ya golan parast.
Frensaya ku 2-0 Almanya têk bir, 10ê temûzê roja yekşemê seat GMT+2 22.00ê, li yarîgeha Stade de Franceya li bajarê Saint-Denisê wê têkeve hemberê fînalîstê din Portugalê.