26 Gulan 2017•Rojanekirin: 26 Gulan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan di vê hefteya dawîn da li Şirnex, Hekarî, Diyarbekir, Erzirom û Erdexanê di operasyonan da 45 terorîst berteref kirin.
Sererkaniyê der barê bûyerên ku vê hefteyê qewîmin û têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê da agahî da.
Li gor vê li Hekarî, Şirnex, Sêrt, Diyarbekir, Batman û Tunceliyê ji bo pêşî li endamên rêxistinê bibirin, sitargehên wan xirab bikin operasyon bênavber dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da li Beytuşebab, Çiyayê Cûdî, Bestler-Derelera Şirnexê, Yuksekovaya Hekariyê, Dîcleya Diyarbekirê, Şenkayaya Erziromê, Goleya Erdexanê di operasyonan da 45 terorsît hatin berterefkirin.
Di operasyonan da 3 rokêtavêj, 5 tivingên bimakîne, 13 tivingên piyadeyan, 43 bombeyên destan, 27 teqemeniyên destan, 2 ton amonyum nîtrat, 110 kîlo TNT û 4 kîlo teqemeniya A4, ji 5 hezarî zêdetir cebilxane û gelek kablo û funye hatin girtin.
Di operasyonê da 26 sitargeh, şikeft û depoyên ku rêxistinê bi kar aniye jî hatin îmhekirin.
Di xebatên dijî çavkaniya fînansê ya rêxistina terorê da jî bi operasyonan 6 kîlo hişbir û 62 hezar û 240 pakêt cixareya qaçax hatin girtin.