29 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ANKARA
Li seranserê welat di operasyonên terorê ku di navbera 22-29ê gulanê da hatin lidarxistin da 54 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, hêzên ewlekariyê di nava hefteyekê da di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî da 483 operasyon li dar xistin.
Di operasyonan da 170 kes bi îdiaya piştevanî û hewandina mensûbên rêxistinê, 43 kes bi îdiaya têkiliya ligel rêxistina terorê DEAŞê, hezar û 128 kes di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da û herwiha 23 berşik jî di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çep da hatin binçavkirin.
Di operasyonan da herwisa 46 jê kuştî, 8 jê teslîmbûyî bi tevahî 54 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonên li Batman, Bîngol, Diyarbekir, Elezîz, Hekarî, Mûş, Şirnex û Wanê da 11 şikeft û stargeh û herwiha 11 jî teqemeniyên destçêkirî hatin jinavbirin.
Dîsa hêzên ewlekariyê 2 ton û 500 kîlogram madeya çêkirina teqemeniyê, 32 bombeyên destan, 23 jê giran û lûledirêj bi tevahî 27 çek û 3 hezar û 200 muhîmatên cur be cur hatin qefaltin.
- Operasyonên hişbirê
Li hemberî kana fînansa rêxistinên terorî li 73 parêzgehan 691 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da 6 ton û 54 kîlogram esrar, 188 kîlogram eroîn, 8 kîlogram kokaîn, 4 k,logram afyon, 4 kîlogram metamfetamîn, kîlogramek bonzaî, mîlyonek û 902 hezar û 53 hebên hişbir, 241 hezar û 908 serî kirkirk, 377 hezar û 273 pakêt cixareya qaçax, 103 ton û 31 lître sotemenî hatin qefaltin, 993 kes hatin binçavkirin.
Ji bilî vê jî di operasyona li 9 bajaran birin ser firoşkarên li kuçe û kolanan kar dikin da jî 51 gumanbar hatin qefaltin.
Di têkoşîna li hemberî koça bêkontrol da jî 536 jê di behrê da bi tevahî 2 hezar û 494 kes hatin qefaltin û 78 kesên tê îdiakirin vî karî organîze dikin jî hatin binçavkirin.
- Têkoşîna li hemberî sûcên sîberê
Der heqê hezar û 342 hesabên li ser medyaya civakî ku rêxistinên terorî yên wek FETO/PDY, PKK/TAK, DEAŞ di serî da propagandaya rêxistinên terorî dikin, pesnê wan didin, têkiliya wan bi van rêxistinan ra heye, bi eşkere beyan dikin, milet sor dikin û rik û nefretê di nav gel da zêde dikin, milet berî hev didin, ji mezinên dewletê ra heqaretê dikin, qesdî yekîtî û bihevratiya dewletê û mal û canê civakê dikin da muamele hat kirin, 132 kes hatin tesbîtkirin û ji wan 55 kes hatin binçavkirin.
Ji bilî vê operasyonên wek "Sepandina Kuçeyên Bihizûr" û "Sepandina Trafîka Biewle ya Tirkiyeyê" jî hatin kirin.