31 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 01 Tebax 2017
ADANA
Li Kozana navçeya Edeneyê xizmeta berberiyê ya ku di kamelyaya binê dara çinarê da tê dayîn, dibe medara eleqeya welatiyan.
Li taxa Çullu Uşagi ya li ser rêbejaya Kozan-Fekeyê ku wekî zozan jî tê emilandin, Berber Mehmet Baz havînê dema diçe zozanan pîşeyê xwe jî dewam dike. Bazê ku sê mehên salê li zozan derbas dike, ji bo debara xwe li rexê rê li bin dara çinarê kamelya saz dike û pîşeyê xwe didomîne.
Bazê ku qedera 10 salan e li zozan xizmeta berberiyê dide, li bin dara "qerase" ya çinarê di nava xwezayê da derfeta traşê pêşkêşî welatiyan dike. Baz li "salona xwe ya berberiyê" ya taybet a ku ji daran hatiye çêkirin, di keresiya darê da, di nava xweza û dengê çîvikan da xizmetê dide mişteriyên xwe. Herwisa welatî jî eleqeyê nîşanî xizmeta Baz didin.
Baz diyar kir ku li gorî berberên nava bajêr, xizmeta wî ya di nava xwezayê da bêtir balê dikişîne, heta hin kesên ku cara ewil wî dibînin, pê ra wêne dikişînin.
Murat Yilmazê ku ber destê Baz traş bû, destnîşan kir ku ew timî tê vê derê û wiha xeberda, "Jji ber ku em ji hevalê xwe hez dikin, em timî tên vir. Em carinan ji berberên bajêr bêhnteng dibin. Lê ev der di nava xwezayê da ye."