03 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna nasandinê ya "Plana Neteweyî ya Nexweşıya Otîzm Spektrumê" da ku bi minasebeta Roja Antengdaran a Dinyayê ya 3yê Kanûnê li Hilton Otêlê hat kirin da xeberda.
Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe da wiha got: "Divê em astengiyên di hiş û mêjiyan da rakin. Berê di civakê da astengî dihatin veşartin, niha jî tên rakirin. Ev tenê karê dewletê nîne, herî zêde ya saziyên civakî yên sivîl in. Wê herî zêde saziyên me yên taybet hebin, perwerdeyê bidin, derfetan çêkin û cihêrengiyê derxin. Dewlet nikare her tiştî bike, lê dikare ji kesên wiha ra bibe alîkar."