23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
QAHÎRE
Sekreterê Giştî yê Berê yê Komkara Erebî Amr Musa got ku heke Balyozxaneya Tel Avîvê ya Amerîkayê here Qudsê, derfetên aştiyê wê ji holê rabin.
Musa di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku heke Balyozxaneya Amerîkayê here Qudsê ihtîmalên bitalûke wê bên rojevê, ji ber vê divê li ser vê mijarê bê sekinandin.
Amr Musa bangî cîhana îslamê, xrîstyanan û civaka navneteweyî kir û wiha got: "Divê li ber vê tevgera ku ne li gor aqilan e û derfetên aştiyê ji holê radike bê sekinandin. Divê Trump bizanibe ku Quds xeta sor e, dest lê neyê dayîn û heke mudaxale bê kirin wê encamên nebaş derkevin holê. Divê Trump ji civaka navneteweyî peyameke cidî hilde."
Donald Trump dema hilbijartinê soz dabû ku ewê Balyozxaneya Tel Avîvê ya welatê xwe bibe Qudsê.
Trump herî dawîn ji rojnameya Îsraîlê re daxuyandibû ku wî ev soza xwe ji bîr nekiriye û wiha gotibû: "Ez kesekî wi sa me, ku sozê didim, ez li ser soza xwe disekinim."