12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji ber sûcê "bi awayekî eşkere tehrîkkirina gel" dikir de bangî Devlet Bahçeliyê Serokê MHPyê kirin ku li Enqereyê îfadeyê bide.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Buroya Telîmatê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya telîmata Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê de teblîgat şand Bahçelî re.
Hat ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji ber gotinên Bahçelî yên di mitînga ku di 23yê adara 2013an de li Bûrsayê kir de ji ber sûcê "bi awayekî eşkere tehrîkkirina gel" lêpirsîn vekiriye.
Hat ragihandin ku Bahçelî dê îro saet 14.00an de biçe Dadgeha Enqereyê û îfadeyê bide.
Ji aliyê din ve Arîkarê Serokê Giştî Semîh Yalçin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku dê sibê bi hev re biçin Dadgeha Enqereyê.