İbrahim Atmaca
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku dîroka celb û sewqên eskeriya biberdêl li ser navnîşana www.turkiye.gov.tr hat eşkerekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, agahiyên celb û sewqa welatiyên ku wê 21 rojan eskeriyê bikin li ser navnîşana "www.turkiye.gov.tr"yê hat îlankirin.
Li gor daxuyaniyê kesên ku wê herin eskeriyê dikarin ji şaxên eskeriyê jî rewşa xwe hîn bibin û hat gotin ku kesên ku oxleme nebûne divê beriya sewqê oxleme bibin, heke oxleme bûbin jî seba nexweşiyên xwe cardin dikarin miracatî şaxên eskeriyê bikin.
Li gor daxuyaniyê kesên ku dema xwe da neçin eskeriyê mafê wan ê eskeriya biberdêl wê betal bibe.