Serkomar Recep Tayyîp Erdogan der barê helwesta Tirkiyê li ser Efrîqayê de wiha got: "Efrîqa ji bo me ne parzemîneke wisa ye ku divê çavkaniyên wê werin mêtin. Em wisa nêzîk nabin. Em xwe wek hemqedera Efrîqayê dibînin. Ez balê dikişînim ser vir, em dostê roja reş in. Me xwest em hevkariyeke demdirêj ya qezenca wê ji herdu aliyan re heye pêşde bibin. Em ji aliyekî ve hecma ticarî zêde dikin ji aliyê din ve jî arîkariyên xwe yên însanî dişînin û barê mezlûmên Efrîqayê sivik dikin.
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî kongreya navneteweyî ya bi navê "Li Efrîqayê Tenduristî" ya li Qesra Dolmabahçeyê hat lidarxistin bû û axaftinek kir.
Li ser têkiliyên Tirkiye û Efrîqayê Serkomar Erdogan wiha agahî dan: "Ticareta me bi hemû Efrîqayê re sala 2005an nêzîkî 7 milyar dolar bû, 2016an ev jimar derket 17 milyar dolarî. Mesafeya me di 12 salan de derbas kir, isbat kiriye ku elaqeya Tirkiyê li ser parzemîna Efrîqayê ne ji bo serdemekê û demekê ye. Zîrweya pêşî 2008an li Stenbolê kom bû, 2014an li Gîneya Ekwadorê berdewam kir. Vê yekê ciddiyeta Tirkiyê nîşan daye. Ez her daîm dibêjim em birayên Efrîqayê tu carî dûr nabînin, em ji jor ve li wan nanêrin."
Der heqê helwesta Tirkiyê de jî Erdogan wiha nirxandin kir:
"Efrîqa ji bo me ne parzemîneke wisa ye ku divê çavkaniyên wê werin mêtin. Em wisa nêzîk nabin. Em xwe wek hemqedera Efrîqayê dibînin. Ez balê dikişînim ser vir, em dostê roja reş in. Me xwest em hevkariyeke demdirêj ya qezenca wê ji herdu aliyan re heye pêşde bibin. Em ji aliyekî ve hecma ticarî zêde dikin ji aliyê din ve jî arîkariyên xwe yên însanî dişînin û barê mezlûmên Efrîqayê sivik dikin.
Erdogan behsa qedera Efrîqayê kir û wiha pê de çû:
"Efrîqa îro zêdetir bi pirsgirêkan, aziciyan, birçîbûnê û nexweşiyan tê rojevê. Lê dê mora xwe li sedsala 21ê bixe. Ez zelal û vekirî dibêjim. Înşellah niha hêz li Efrîqayê kom dibe. Halê hazir ji aliyê aborî, ticarî û beşerî ve di dinyayê de parzemîna herî bibereket Efrîqa ye. Tu hêz nikare bibe asteng ku ev potansiyel bikeve hereketê. Bi taybetî dagirkerên ku parzemîna Efrîqayê ji xwe re wek bexçeyekî piştê dibînin. Dê nikaribin li ber bilindbûn û serxwebûneke rastîn a vê parzemînê bibin rêgir. Di vê pêvajoyê de Tirkiye bi tarîxa xwe ya pak, nirx, edalet û helwesta xwe ya ku qîmet dide însan li cem birayên xwe yên Efrîqayê be."
Erdogan rexne li welatên Ewropayê girt û wiha şirove kir:
"Îro yên di her firsendê de hewl didin dersa demokrasî, hiqûq û mafên mirovan bidin me, em dibînin li Efrîqayê enqazeke çawa hiştine. Em dibînin. Di destpêka esrê de li Namibya, Kongoyê, di tarîxeke nêzîk de li Rûandayê em baş dizanin milyonên însanan çawa hatin qetilkirin, em dizanin çawa însan qir kirine. Em hemû baş dizanin welatên Ewropayê refaha ku sewqa wê dijîn deyndarê kê ne. Em baş dizanin di binê wan avahiyên bişetafet, peyareyên delal de can, xwîn û xwîdana kê heye. Herçiqas ew hewl bidin ji bîra me bibin jî em qetiyen destûrê nadin ku ev tarîxa tarî û bixwîn were jibîrkirin. Divê em destûrê nedin. Hêsirên mezlûmê Efrîqayê û keda wan a tê mêtin bûne bingeha medeniyeta van. Divê em rûyê rast ê vê medeniyeta wan îfşa bikin."
Di mijara êrişên Îsraîlê li ser Mescida Eqsayê de jî got:
"Niha kerem bikin, li Qudsê îro în e. Rojeke pîroz e ji bo misilmanan. Polêsê Qudsê û eskerê wê, hemû hêzên ewlehiyê li wê derê êrişî misilmanan kirin. Nêzîkî 350 birîndar hene û jimara herî dawîn gihîşt min 3 jî şehîdên me hene."