02 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Em ê destûra bingehîn a teze çêkin û pergala serokatiyê bînin Tirkiyeyê."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajêr a Berfireh a 109emîn da xeberda.
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Serokomarekî ku ji 21-22 milyon însanan deng sitandibe dikare bibêje 'Ez dest nadim tu karekî'? Ma di siyasetê da tiştekî wiha heye? Di makezogonê da çi hatibe nivîsin bila bê nivîsîn, bi fiîlî berpirsiyariya Serokomar heye. Ev makezagon makezagona derbeyê ye. Divê rewşa fiîlî û makezagon li hev du bikin. Wezîfeya herî girîng a AK Partiyê ev e."
Yildirim diyar kir ku teror dixwaze Tirkiyeyê perçe bike û wiha got: "PKK dixwaze neyartiyê bike nav welatiyan. Divê gelê me bizanibe ku derdekî wan ê ji bo kurdan tuneye. PKKya rêxistina terorê pirsgirêka 78 milyon welatiyên me ye. Em ê vê meseleyê ji rojeva Tirkiyeyê derxin."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku em ê rêxistina terorê ji nav gel û dewletê derxin û wiha got: "Heya ku ev grûbên terorê çekên xwe çal nekin, betonê bi ser da vala nekin, bi qewlê Serokomarê me, heya ku vî welatî neterikînin ev operasyon dê bi biryardarî bidomin."
Yildirim di xeberdana xwe da bal kişan ser hîkumeta 65emîn û wiha dewam kir: "Hikûmeta 65emîn wê bi taybetiyên xwe derbikeve pêş, em ê bibin hikûmeteke ku sermayeyê datîne, derfetên kar û xebatê pêk tîne, hilberînê dike. Em ê girîngiyê bidin sermayedanînê."
Serokwezîr Yildirim xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Karekî girîng ê vê hikûmetê jî ew e ku maliyet û mesrefan kêm bike, dahatê zêde bike. Emê rê li ber emilandina beredayî ya çavkaniyan bigirin. Emê pêşaniyê bidin veberhênanên sûdmend, ne yê ne sûdmend. Pêşiyê di qamûyê da emê her cure tevdîrê bistînin ku îsraf çênebe."
Yildirim der barê pêşnûmaya bûyerên 1915an da ku wê îro li Parlementoya Almanyayê ji bo dengdayînê were rojevê wiha got: "Dewletên ku em wan wek dost dibînin, dema di siyaseta navxweyî da dikevin tengasiyê, dibêjin 'gelo em çawa dikarin balê bikşînin' û fikrên wiha îcad dikin. Ev jî yek ji wan e."
Serokwezîr Yildirim di berdewamiyê da wiha got: "Almanya ji ceribandineke rastî ya dostiyê derbas dibe. Ya rastî ev pirsgirêka me jî nîne, pirsgirêka Almanyayê ye. Li wê derê 3 milyon û nîv hilbijêrên ku eslê wan tirk in hene. Ez wer difikirim ku tu heqekî dostên me yên alman tune ku dilê welatiyên me yên ku 40 milyar ewro tevkariyê didin aboriya Almanyayê, xwediyê 400 hezar dikanî ne û ji bo gel dibin deriyê nanbidestxistinê bişkêne."