09 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
AYDIN
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "Duh em ji Trabzonê zivirîn û me birêz Serokomarê me ziyaret kir, paşe jî em çûn Liceya navçeya Diyarbekirê. Em hem ji bo moralê bidin eskerên me, hem jî ji bo em bibînin operasyon çawa derbas dibe çûn wê derê. Ez dixwazim evê bibêjim. Biryara têkoşîna li dijî terorê ya dewleta me bênavbew dewam dike. Morala hêzên me yên ewlehiyê di cih da û gelek baş e. Ev bi saya we çêdibe. Bi saya diayên we, bi saya arîkariya we ev çêdibe. Ew tiştên baş dikin. Emê vê rêxistinê ji holê rakin, lê me hê nû dest pê kir. Rojên pêşiya me de malbatên şehîdan, yên ku ji zirara van terorîstan aciz in, wê xeberên baş bibihîzin. Em di vê têkoşînê de bi biryar in û em ê vê biryarê bidomînin."