Elif Orhan
19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2016
ANKARA
Piştî teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê 210 mensûbên ewlehiyê, 6 hezar û 319 esker, hezar û 481 dadger û dozger û 650 sivîl hatin binçavkirin, 990 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di dema teşebûsa derbeyê ya di 15ê temûzê de 55 jê li Enqereyê, 5 jê li Stenbolê, 2 jê li Mûxlayê bi tevahî 62 polês, 4 jê li Enqereyê û yek jî li Stenbolê 5 esker, 78 jê li Enqereyê, 94 jê li Stenbolê û yek jê li Meletiyê 173 sivîl bi tevahî 240 kes şehîd bûn.
Di dema teşebûsa derbeyê de bi tevahî hezar û 535 kes jî birîndar bûn. 623 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin û hat ragihandin ku li Enqereyê 96, li Stenbolê 23, li Mûxlayê 3, li Sakaryayê 1, li Baybûrtê 1 bi tevahî 124 polês, li Enqereyê 18, li Sakaryayê 2, li Stenbolê yek bi tevahî 21 esker, li Enqereyê 800, li Stenbolê 589, li Eskîşehîrê kesek bi tevahî 390 sivîl birîndar bûn.
- 8 hezar û 660 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên di dema teşebûsa derbeyê û piştî wê hatin kirin de 115 jê general, hezar û 350 jê efser, 4 hezar û 854 jê personelên eskerî yên din bi tevahî 6 hezar û 319 esker hatin binçavkirin. Di encama operasyonan de li ewlehiyê kesên birutbe jî di nav de 210 kes hatin binçavkirin. Her wiha digel hezar û 481 dadger û dozgerê li Enqereyê 39, li Stenbolê 3 û li bajarên din 608 bi tevahî 650 sivîl hatin binçavkirin.
Ji gumanbarên ku hatin binçavkirin 990 kes hatin girtin. Ji vana 34 kes polês, 17 kes general, 65 kes efser, 583 kes esker, 273 kes dadger û dozger û 18 kes jî sivîl in.
Ji gumanbaran 80 kes serbest hatin berdan, 215 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Ji gumanbaran hê jî 7 hezar û 375 kes binçavkirî ne.
Her wiha ji derbexwazan li Enqereyê 16 kes, li Stenbolê 8 kuştî, li Stenbolê 48 kes û li Meletiyê jî 2 kes birîndar hatin bidestxistin.