20 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Kordînatorê Lijneya Bilind a Gotûbêjê ya muxalefeta Sûriyeyê Riyad Hîcab destnîşan kir ku ji bo çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyeyê, derbasbûna siyasî û hatina penaberan bi dawî bibe heta ku Beşşar Esed neçe ne mimkune ku ew yek pêk bên.
Hîcab di çarçoveya Hevdîtinên Giştî ya Heyama 71î ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku li New Yorkê bi mazûvaniya Erebistana Siûdî û sponsoriya Tirkiye, DYA, Fransa, Almanya, Qeter û Birîtanyayê ku di asta wezîran hat kirin da qala vîzyona ji bo pêvajoya derbasbûna siyasî ya li Sûriyeyê eşkere kirin, kir.
Di axaftina xwe da Hîcab destnîşan kir ku rejim agirbestê li gor xwe binpê dike, êrîşên xwe yên li ser Helebê zêde dike û ji ber vê jî xelq ji cih û warê xwe dibin û wiha dewam kir: "Civaka navneteweyî divê êdî vê fehm bike; ji bo çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyeyê, derbasbûna siyasî û hatina penaberan bi dawî bibe heta ku Esed hesabê binpêkirinên hiqûqa navneteweyî nede ne mimkune ev yek hel bibe."