Nihat Kavşut
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna Foruma Kar ya Tirkiye-Macaristanê ya bi destê Konseya Kar ya Tirkiye-Macaristanê û Lijneya Têkiliyên Aboriyê yên Derva (DEÎK) hat çêkirin da xeberda.
Yildirim di xeberdana xwe da bal kişand ser helwesta Yekîtiya Ewropayê (YE) û wiha got: "Tenê Tirkiye bi Yekîtiya Ewropayê ra mizakereyên endamtiyê dike û muefiyeta vizeyê jê ra tuneye. Ev jî eyb û kêmasiya Yekîtiya Ewropayê ye. Lewra Ewropa ji bo dewletên hê dest bi mizakereyan nekirine muefiyeta vizeyê dide. Tirkiye ji 40 salî zêdetir e mizakereyên endamtiyê dike, lê ji bo astengan daynin ber Tirkiyeyê çi ji destê wan tê dikin."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir rewşa Tirkiyeyê ji bo Balkanan û YEyê gelek girîng e û wiha dewam kir: "Tirkiye bi erdnîgariya xwe ne tenê Balkanan, her wiha ewlehiya Yekîtiya Ewropayê jî pêk tîne. Heger îro bi taybetî şer û tevliheviyên li Rojhilata Navîn sirayetî Ewropayê nake, sedemeke sereke jî Tirkiye ye ku li vê herêmê bûyeran dide sekinandin û rê li ber koça penaberan digire. Lê dostên me yên Ewropayê vê baş fehm nakin."