03 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Tûran Satirê bavê Fatîh Satirê 28 salî yê wexta hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da li ber avahiya Borsa Stenbolê ya li Îstîndyeyê şehîd ket got kurê min şeva teşebusa derbeyê bi têlefonê li min geriya der barê bûyerê da ji min agahî hildan û paşê derket derva.
Satir got ku ew derdora saet 01.43yan da li kurê xwe geriya û kurê jê ra got: “Baba ez bimirim jî venagerim, heqê xwe helal bike. Ez ji we hez dikim. 20 deqîqe şunda xeber hat ku lawê min birîndar bûye û birine nexweşxaneyê.”
- Ji bo silametiya welêt çû
Satir got ku kurê wî yê ku şehîd ket beşa endazyariyê ya compiturê xwend lê dixwest bibe pîlot.
Satir got ku kurê min ji bo bibe pîlot ket ezmûnê lê ji ezmûna devkî derbas nekir û wiha dewam kir: “Dixwest bibe pîlot, lê nebû qismet. Gava ku di dile însan da îman û eşqa welêt hebe wateya tiştekî namîne.”
Satir got: "Wexta ku lawê min ket, li ser singê wî alaya Tirkiyeyê hebû. Ez ê nehêlim alaya bixwîn a ser singê kurê min bişon."
Satir destnîşan kir ku Fatihê kurê wî yekî pi wêrek bû û wiha pê da çû: "Helbestvan gotiye, xwîna li ser alayê alayan dike ala, welat heke kes ji bo xatirê wê miribe welat e. Ev e alaya ku xwîna kurê min pê va ye. Dema ku gule berdanê ev ala li ser singê wî bû. Binihêrin mirov ji bo çi tê kuştin? Ji bo ala, wetan û namûsa xwe dimire. Ew ji bo rizgarkirina namus, welat û alaya xwe çû. Hat şehîtkirin. Ez alaya ku xwîna kurê min ê şehît li serê ye tu carî naşom."
"Em bi qurbana vî welatî bibin"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima cinazeyê kurê wî da lê geriyabû û ev yek jî hat bîrê û Satir got: "Ez jî kurê min jî bi qurbana vî welatî bibin. Canê me ji bo we feda be. Hûn serê xwe netewînin ev ji bo me bes e. Min jê ra wiha got. Erdogan mêrekî hêja ye. Wî ji bo miletê xwe, welatê xwe û alaya xwe canê xwe danî ortê. Serokomar Erdogan ew şev li balafirê siwar nebû û nehat nav miletê xwe. Ji bo milet dakeve meydanan gazî nekir? Heke baweriya wî û jidilbûna wî nebûya gelo wê miletê xwe bikira talûkeyê. Ne eferîm ji wan kesên ku ji Erdogan ra dibêjin dîktator. Em saya hezkirina xwe hatin bal hev. Kurê min li vî welatî xweş helal be. Xwîna min û canê min jî feda be. Êdî li vî welatî bi hezaran Fatîh ên ku xwîna xwe û canê xwe bidin hene."